Çalakvanekî medenî yê Kurd bi salek hepsa Te`izîrî hate cezadan

19:20 - 14 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî medenî yê Kurd ê xelkê bajarê “Pawe”, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve, bi 1 sal hepsa Te`zîrî û 2 sal “qedexe kirina wî bo derveyê Îranê” hate cezadan.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê “Îrfan Reşîdî” çalakvanê medenî yê Kurd ê xelkê bajarê "Pawe”, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, bi 1 sal hepsa Te`izîrî û 2 sal “qedexe kirina wî bo derveyê Îranê” û dibe bi berdewamî serdana îdareya Îtila`atê bike û xwe bide nasandin û bo piştrastbûn ji nekirina çalakiyên siyasî û medenî sozdariyê wajo bike û bi wî awayê dibe di heyama du salan de bi berdewam wajoyan bike.

Di roja Çarşemî, 13`ê Pûşpera sala 1397`an de, hêzên Îtila`atê, êrîşê ser mala wî endamê “Jîngehparêz” ê “Jîwa” a ser bi bajarê Pawe kiribûn û ew desteser kiribûn.

Hêzên îtila`atê, ew çalakvanê medenî yê Kurd bi tohmeta “alîkarîkiirn digel yek ji Partiyên Kurd ên opozîsiyon ên hikûmeta Îranê” desteser kirin, û piştre bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Kirmaşanê veguhastibûn û piştî 9 rojan lêkolîn kirin, di roja Pêncşemî, 21`ê Pûşper sala 1397`an de, bi danîna barmiteyê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.