Çalakvanekî Kurd ê Xurasanê warê xwe bicih hêla

15:34 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî kiltûriyê Kurd ê xelkê bajarê “Kelat” a girêdayî Parêzgeha Xurasana Rezewî, di jêr givaşên navendên îtila`atî û dezgehên dadwerî de, neçar ma warê xwe bicih bêhle.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, çalakvanek kiltûriyê Kurd ê bi navê “Mehdî Gencbexiş” û xelkê bajarê “Kelat” a girêdayî Parêzgeha Xurasana Rezewî, piştî gef xwarinên îtila`at û dezgehên dadwerî yên hikûmeta Îranê, warê xwe bicih hêla û rû li yek ji welatên cîran kir.

Roja 28`ê Banemera Îsal Mehdî Gencbexş bi tohmeta “belavkirina nûçeyên nerast, têkdana bîr û ramanên giştî, piropagende lidijî nizam û bêrêzîkirin bi rêberên nizamê re” ji aliyê dadgeha bajarê Kelatê hatibû gazîkirin.

Ew welatiyê Kurd, roja 3`ê Pûşpera 1397`an, derheq bi wan tohmetane hatibû desteserkirin û piştî 10 rojan lêkolînkirin, bi danîna barimteya 250 î milyon tûmenî hatibû azadkirin û dozdarê dosyeya navbirî, Wezareta îtila`at bû.

Mehdî Gencbexş 18`ê Sermaweza sala 1390`an, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurd ên Opozisiyon ên hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û heya rêketa 18`ê Rêbendana 1390`an, li girtîgeha îtila`atê, di jêr lêkolîn kirinê de bû.

Ew welatiyê Kurd, piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve, bi salek hepsa te`izîrî hatibû cezadan, û li sala 1391 a rojî, piştî derbaskirina heyama girtîgeha xwe, bi hesabkirina heyama desteserkirina xwe, di girtîgeha “Wekîl Ava” a bajarê Meşhedê de, hate azadkirin.