Birêbirê Polîsê Hewlêr: Heyvik zor kême bo lêkolîn ser dosya wan 7 xebatkarê Kurd

12:18 - 9 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: paşî 1 heyv ji girtina 7 xebatkarê siyasiyê Kurd ji xelkê Kurdistana Îran yên rûniştiyê Herêma Kurdistan, heya niha dosya wan bi neronî maye.

Emîd Ebdulxaliq, birêbirê polîsê Hewlêr li hevpeyvînik de tev nûçe gihaniya Kurdpa, ragihand: “ Gorekî ron kirina tawan û tekmîl kirina deftera lêkolînan û şandin bi dadgehê, 1 heyv zor kême”.

\"17266.jpg\"
Emîd Ebdulxaliq: Gorekî ron kirina tawan û tekmîl kirina deftera lêkolînan û şandin bi dadgehê, 1 heyv zor kême
Navbirî ew jî got: ronbûna dosya wan kesan girêdayî bi yasayê heye ne mina rojnamewan û nûçegihanan, lema ew karê we nine ku têkiriyê (Dixalet) karê dadgehê bikin.

Hevdem parêzer-advokatê dosya wan 7 xebatkarê Kurd bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: ew madda ku ew kesên pê hatî girtinê, rêgirî ji hindê dike ku ji 1 heyvê pitir li hewsê bimîne, ber hindê eger ew kes jî yasayê berpê bike, sizaya hindê ji 1 heyv hewsê derbas nabe.

Eyad Kakeyî ew jî got: yasaya erênî kirna sala 2010a taybet bi xwenîşandanan, rêka hindê dide ku ev 7 xebatkar bi danîna barmite bên berdan û hevdem dibe dosya wan wekirî bimîne.

Li rojên borî de Nêçîrwan Barzanî, serokê hukûmeta Herêma Kurdistan, li konfiransik de ev 7 Xebatkarê KURD bi ajawegêr binav kir, ew jî li demik deye ku heya niha biryara dadgehê ron nebûye û bi gotina “Kamil Neccarî”, gotbêjê” Gurûpa piştgirî ji 7 girtiyê Rojhilatî li başûrê Kurdistan”, ev 7 xebatkarê Kurd, çi rolik li kevirbarana konsolxana Îran li Hewlêrê de çinebûne.

\"17269.jpg\"
Eyad Kakeyî: yasaya erênî kirna sala 2010a taybet bi xwenîşandanan, rêka hindê dide ku ev 7 xebatkar bi danîna barmite bên berdan û hevdem dibe dosya wan wekirî bimîne
dirêj bûna midê hew kirina van 7 xebatkarê Kurd, protestoya xebatkarên siyasî û çandiyê Kurd bi dû xwe aniye û li rojên borî de jî “ Ferhad Pîrbal” nivîskarê Kurd ji xelkê şarê Hewlêr, bi nîşandeka protesto kirina girtina van 7 girtiyê siyasî, hate ser xiyawan û nerizatiya xwe şanî da.

Roja Înî, 17 Xezelwer li şarê Hewlêr, rêpîvanik ser mehkûm kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd Li Îran, bi rê ço ku ji aliyê encumena Zêd û kempêyna “ Na bo sêdare, Belê bo jiyan” û goerkî derfeta parêzgarê Herlêr li Parka Şanedera vî şarî hatibû rêxistin ku bi dû rêpîvana protesto kirinê, hejmarik ji protestokeran bêyî agadariya bi rêbirên rêpîvanê, çone ber derê konsolxana Îranê li hewlêr û konsolxana vî welatî bi nîşandeka protesto kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd li Îranê, dane ber keviran.

“ Mistefa Şêxe, Elî Ismaîl Nijad” wek bi rêberên encumena Zêd û her wisa “ Çiya Melak, Pêşewa Elîpûr û Raman Pîrotî” wek bi rêbirên Kempêyna Na bo sêdare, Belê bo jiyan û her wisa 2 xebatkarên siyasî bi navên Amanc Selewatî û Mohemmed Ferhad Zade, ev 7 kes bûn ku ji aliyê polîsê şarê Hewlêr hatin girtin û bi dom her cur girêdanik xwe bi kevir barana konsolxana Îran li hewlêr, red kirine.