Binpêkirina mafên jinan di Îranê de dom heye

16:30 - 9 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Di bereberê 8’ Adarê de û di ware hiqûqî de, rewşa binpêkirina mafên jinan di Îranê de xirabtir ji sala bûrî ye.

“Asime Cehangîr” rêportêra taybet bi mafê mirovan ya Îranê di rêkixtsina “NY” de, di yekemîn rapora xwe de bas ji xweparastina Îranê ji wajûkirina “Konwansyona Navnetewî ya nehêlana Ferq û Cudahya li dijî jinan” û herweha berdewambûna yasayên li dijî mafên jinan di Îranê de, dike.

Li gorî raporên belavbûyî, Rêxistina Lêborîna Navnetewî jî di vê derheqê de raporek belav kiriye ku têde, bas ji dadgehîkirina jinan bi awayê ne dadperwerane di Îranê de dike û Îranê weke girtîgehe ê bo jinan dide zanîn.

Lêborîna Navnetewî di rapora xwe de bala bîrûraya cîhanî dikişîne ser girtiyên eqîdetî di Îranê de û dibêje, girtiyên eqîdetî di dadgehên ne adîlane de têne dadgehîkirin û cezayên giran biser wan de têne sepandin.

Her div ê derheqê de “Ayda Qecer” a rojnamevan û çalaka mafê mirovan di Îranê de dibêje ku; “Bi sedema serkuta zêde ya jinan ku niha jî berdewam e, tevgereke bihêz bona berevaniya ji mafên jinan di hole de nine û em nabînin.

Navbirî herweha zêde dike ku, dewletê derheq bi mafên jinan û rakirin û kêmkirina ferq û cudahiyên li hember jinan tên encamdan, tu pêngavek ne avêtiye û îdolojiya dehilata zal bi ser Îranê de, berdewam e pişikdariya jinan di civkê de xistiye bin siya xwe de.

“Asime Cehangîr” rêportêra taybet bi mafê mirovan ya Îranê di rêkixtsina “NY” de dide zanîn ku, di Îranê de dezgeha dadwerî ya serbixwe nine û xelk bi neyasayî di Îranê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên girtin û di nava wan girtiyan de, jin ji zêde berçav dikewin.