Bi sedema teqîna mînê pê kolberekî hate qutkirin

16:49 - 8 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Teqîna mînê bû sedema qutkirina pê kolberê Kurd yê xelkê bajarê Rebetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 7`ê Hezîrana 2019`an, kolberê Kurd yê bi navê Danyal Ezîzî, temen 25 salî û xelkê bajarê Rebeta girêdayî Serdeştê, bi sebeba teqîna mînê pêyeke xwe jidest da.

Ev kolberê Kurd li bilindahiyên gundê Kanî Zerd a girêdayî bexşa navendî ya bajarê Serdeştê, rastî wê bûyerê hatiye.

\"\"Ev kolberê Kurd bo çareseriyên pîzişkî bo navenda dermanî ya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

Li gorî zanyariyên ber dest, 6 milyon hiktar li axa Îranê bi mînam hatiye alozkirin û li gorî amaran, zêdey 20 milyon mîn li seranserê Îranê hene ku di vê navberê de, parêzgehên wekî Îlam, Kirmaşan, Kurdistan û Urmiye, bi sedema ewlehîbûn û herwisa sînorî bûn, ji van deverên herî zêde, aloz bi mînên çandî hatine hesabkirin.

Karê paqijkirina deverên aloz bi mînan li deverên Kurdistan û bakûra rojavaya Îranê, li sala 1366`an ji aliyê hêzên leşkerî û Spaha Pasdaran û Besîc destpê kiriye, piroseya paqijkirina mînan li sala 1377`an heya 1382`an, bi stûyê wezareta dewletê bûye û li sala 1383`an navenda paqijkirina mînan ya dewletê ya girêdayî bi wezareta Berevanîkirin û piştevanîkirin ji hêzên leşkerî bi stû bûye.