Berpirsên giritîgeha Kirimanê digel pêragihîştinên pîzişkî yên giritiyê siyasî yê Kurd dijayetiyê dikin

15:55 - 10 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Berpirsên girtîgeha Kirimanê di gel pêragihîştinên pîzişkî yên derheq girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê bo derveyî girtîgehê dijayetiyê dikin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Emîr Pêyxamî xelkê bajarê Şinoyê a bi sebeba dijayetiya berprisên girtîgeha Kirmanê, ji mafê çareseriyên pîzişkî bo derveyî girtîgehê bê par maye.

Çavkaniyeke agehdar tevî erêkirina vê nûçeyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, regehandiye ku, Ev girtiyê siyasî yê Kurd di heyama hepsîbûnê de, ji mafê morexesîvegirtinê bêpar bûye, û di rewşeke xirab de derbaz dike.

Herwisa vê çavkaniyê gotiye ku: Ev girtiyê siyasî yê Kurd, hewcehî bi çareseriyên bi lez heye û heya niha tu hewlek bo tedaviyên pîzişkî yên wî bo dervey girtîgehê nehatiye encam dan.

Roja Duşemî 25`ê Pûşpera sala 1397`an, ev girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Urmiyê bo girtîgeha Kirmanê dûr xistine.

Tevî hewcebûna wî giritiyê siyasî yê Kurd, di heyama hepsîbûnê li girtîgeha Urmiyê, bo çareseriyên pîzişkî, berpirsên girtîgehê çendîn caran digel çareseriyê pîzişkî bo derve y girtîgehê dijayetî kiribûn.

Roja Şemiyê 25`ê Çiriya Pêşîn a sala 1396`an, Emîr Pêyxamî ji aliyê dadgeha leşekerî a bajarê Urmiyê, bi tawana “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” bi 4 sal hepsa te`izîrî û dûrxistina wî bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibû cezadan.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd li Gulana sala 1396`an, ji aliyê hêzên îtila`atê yên girêdayî Parastina Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Şinoyê hatibû desteserkirin.