Berpirsê îdareya Çandî û Îrşada bajarê Pawe gef ji çalakvanên çandî yên Kurd xwar

16:45 - 31 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Berpirsê îdareya Çandî û Îrşada bajarê Pawe, di rêûresima rêzgirtin ji hûnermendê navûdeng yê Kurd yê bi navê “Usman Hewramî” de, gef ji çalakvanên Kurd yên çanda Kurd xwar.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 7`ê Xermananê (29`ê Tebaxê) “Hidayet Mehmûdî” berpirsê îdareya Çandî û Îrşada bajarê Pawe, di rêûresima rêzigirtin ji “Usman Mehmûdî” hûnermendê “Siyaçemanebêj” bi birêve çûna “Pilûr evarana dengan” ji aliyê Encûmena Çandî a “Qelema hevçerx a Kurd” dijkiryar nîşan da.

Di vê rêûresimê de bi gef xwarin ji helbestvan û çalakvanên çandî yên Kurd de hate rageghandin ku: “Nabe îzin ji her kesî rebê dan ku li ser xast û daxwaza xwe helbest yan jî mijaran bêj in û dibe ev helbest û mijaran e bên sansor kirin.

Berpirsê îdareya Çandî û Îrşada bajarê Pawe da xuyakirin ku: “Nabe di bajarê Pawe de îzin ji her kesî bê dan, ku li ser xasta xwe hêlên sor yên Hikûmetê derbaz bike”.

Nabirî dibêje ku: “Hikûmeta Îranê bawerî bi min kiriye û ez jî îzin nadim bi lidarxistina civînên bi vî rengî ku ev baweriya ku derheq min hene, bibe jêr pirsiyarê”.

Heyamek berî niha, civîneke helbestan ya bi navê “Pilûr evaranî dengan” ji aliyê Encûmena çandî a “Qelema hevçerx a Kurd”, bi beşdariya hejmarek ji helbestvan û çalakvanên çandî yên Kurd yên li bajarên cuda yên Kurdistana Îranê de, li bajarê Pawe hate lidar xistin.

Li gorî gotina yek ji çalakvanên çanda Kurd, yek ji helbestvanên Kurd, di nav helbestên xwe de îşare bi xweragiriya tevigera rizgarîxwaziya neteweya Kurd kiriye, ku ev jî kebvebûna berpirsê Îdareya Îrşada bajarê Pawe li pey xwe aniye.

Herwisa navbirî dibêje ku: Li roja birêve çûna vê civîna helbestan heya niha, îdareya Îrşada bajarê pawe, encûmena “Qelema hevçerx a Kurd” xistiye jêr givaşan, da ku zanyarî û navûnîşanên wî helbestvanê Kur bidin bi van, û li hemberî wî heslbestvanî Kurd dosyeke nû çê bikin.