Behmen Qubadî şanaziya bûn bi sînemakarê sedsala 21`an pêşkêşî serxwebûna Kurdistanê kir

15:24 - 3 Tebax 2017
Ajansa Kurdpa: Behmen Qubadî sînemakarê Kurd şanaziya çûne nav 25 derhînerên berçav ên sedsala 21`an di cîhanê de pêşkêşî serxwebûna Kurdistanê kir û ragehand ku hêviya min ew e ku bi navê Kurdistanê fîlmên me di Oskarê de beşdariyê bikin.

Li gora raporên belavkirî, Behmen Qubadî sênemakarê kurd ê naskirî, di dema nîşandana yek ji berhemên xwe di Fransayê de, şanaziya bûn bi yek ji wan 25 derhînerên berçav ên sedsala 21 pêşkêşî serxwebûna Herêma kurdistanê Kir û ragehand: Ev şanaziya bi min wekî xortekî Kurd hatiye bexşîn, ku ez wekî Kurdek wekî yek ji wan 25 derhînerên berçav ên sedsala 21`an a cîhanê bême hilbijartin, û ez vê şanaziyê pêşkêşî neteweya belengaz, û zulmdîtî û xebatkar a Herêma Kurdistanê dikim, ku îro bo encamdana piroseya referandomê pêngavan dadinên û ber bi serxwebûnê ve diçin.

Qubadî bas ji vê kir ku, wî hez dikir li pêşberî navê wî bihatina nivîsandin ku Behmen Qubadî ji Kurdistanê ve, û wî jî bi navê Kurdistanê ew şanaziya bi dest xistiba.

Piştre Behmen Qubad got: Hêviya min ew e ku di demeke zû de, ew yek rû bide, û bi navê Kurdistanê ve, fîlmên me di Oskarê de beşdariyê bikin, ne bi navê welatekî wekî Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye.

Behmen Qubadî wekî endamê jêhatî, di nava van derhînerên navdar ên cîhanê de, pêgeha taybetî ya xwe heye, û herwisa navê fîlmsazên navdar ên din jî, ji wan Alfanso Kiwaron, Eliksander Pêyn, Pol Tomas Andirson, Birayên Dardên, Nûrî Bîlge Ceylan, û…hwd berçav dikeve.

Behmen Qubadî derhînerê Kurd hefteya borî, ji aliyê rexnegirên sînemayî ên rêkxirawa Rotên Tomeyto ve, wekî yek ji 25 derhînerên navdar ên cîhanê ên sedsala 21`an hate hilbijartin.