|Çalakaekî Kurd Bo Girtîgeha Navnendî Ya Merîwanê Hat Veguhstin

13:19 - 10 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, piştî derbazbûna 4 mehan bi ser destbiserkirina çalakê jîngehparêz yê Kurd Şerîf Bacwer li îdareya Îtilaatî ya bajarê Merîwanê de, navbirî roja 08.11.2011-an, bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hat veguhastin.

Heta niha derbarê rewşa tedurustiya Şerîf Bacwer tu zaniyariyek ne li ber dest e.

Şerîf Bacwer endamê desteya rêveberiya Civata Kesk a Çiyayê Merîwanê û berpirsê Komîteya Kirîzên vê Civatê roja 23.07.2011-an, li gel du kesên din ji endamên desteya rêveberiya Civatê bi navên Îrec Qadirî û Bêhrûz Darwend, piştî ku ji aliy îdareya Îtilaat ya bajarê Merîwanê tê bang kirin, ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve tên destbiserkirin.