Amara qurbaniyên teqîna mînan

15:39 - 25 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: 62 hevwelatiyên xelkê bajarên Kurdistan û Îranê, bi sebeba teqîna mînan di heyama sala 1397`an hatine birîndarkirin û kuştin.

Li gorî amarên ku hatine nivîsandin li ser wêblaga “Mîn û jiyan” (mîn û Zindgî), di heyama sala 1397`an bi sebeba teqîna mînan 62 hevwelatiyên xelkê Îranê hatine birîndarkirin û kuştin.

Li gorî vê amarê, 6 kes ji qurbaniyên mînan temenê wan li jêr 18 saliyê, û herwisa piraniya hevwelatiyan di parêzgehên wekî, Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Xûzistan û Sîstan û Beloçistanê rastî bûyerên mînan hatine.

Di nav goriyên teqîna mînan ku di heyama sala 1397`an de qewimîne, 8 ji van jin û 54 kesên din jî mêr bûne.

Li koma vê amarê, 51 kes ji van xelkê sivîl, û 4 serbaz û 7 kesên din jî di paqjkirina mînan li sala 1397`an bûne goriyî teqîna mînan.

Li koma van 62 kesan ku rastî teqîna mînan hatine, 14 kesî canê xwe ji dest dane, û 48 qurbaniyên din jî, dest û pê û çavên van birîndar bûne.

Di bûyerên ku bi sebeba teqîna alavên şer yên bi cih mayî di heyama şerê di navbera Îran û Îraqê de, di Kurdistanê di heyama sala 1397`an, 38 mînên bejahî û 6 hebên din jî alavên şer yên bi cihmayî bûne.

Li gorî lêkolînên fermî, welatê Îranê duyemîn welatê aloz bi mînan di cîhanê de ye, û bilî amarên dijî yek yên derheq texmîna hejmara mînan li 4 miliyon û 200 hezar hektarî ji erdê Îranê aloz bi mînane, ku berpirsên hikûmeta Îranê, ev zêdeyî 16 milyon mîn û alavên şer yên kar nekirî û bicih mayî, yên di dawiya şer di parêzgehên wekî Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Xûzistanê îlankirine.