Li Girtîgeha Navendî ya Kerecê 5 girtî hatin îdamkirin

06:49 - 5 Kanûna Paşîn 2024

Serê sibê roja Duşemî 11ê Befranbarê, 5 girtiyên bi navên “Mesûd Rostemî, Menûçihr (Hoctelah) Oqabî, Daryûş Şukirzade, Navxas Melekî (Melkizade) û Efşîn Mihemedî” yên xelkê parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kerecê hatin îdamkirin. 
 
Serokê Dadweriya parêzgeha Elborzê eşkere kir ku ev 5 girtî bi tohmeta “dizî û diziya çekdarî û ne ewlekirina rêyan û afrandina tirsê di nava xelkê de û ziyaneke mezin gihandiye mal û milkên xelkê” ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Kerecê ve bi îdamê hatine cezakirin û ceza li Dadgeha Bilind hat erêkirin û nerazîbûna wan a li dadgehê hat redkirin. 
 
Ev 5 girtî roja Şemiyê 9’ê Befranbarê ji bo birêvebirina cazayê îdamê bo odeya takekesî ya Girtîgeha Navendî ya Kerecê hatibûn veguhastin. 
 
Ev 5 girtî xelkê bajarên Îslamabada Rojava (Şabad), Kerendxerb û Bîstûnê yên ser bi parêzgeha Kirmaşanê ne.