Sine; Welatiyekî bi sebeba teqeya polîsan jiyana xwe ji dest da

01:01 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Roja Yekşemî 3`ê Rêbendanê, welatiyê bi navê Kawe Gevilî yê temen 37 salî û xelkê bajarê Sine, ji aliyê navenda 15 a polîs a vî bajarî ve, rastî teqeyê hat û hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han piştî ku li taxa 25 a Şehrîwar a bajarê Sine şer û pevçûn derketiye, ji nêzîk ve ji aliyê hêzên polîs ve teqe jê hatiye kirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Kawe Gevilî piştî vê bûyerê bo nexweşxaneya Kevser hatiye veguhastin, lê bi sedema giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê piştî wergirtina soznameya nivîskî ji malbata Gevilî di vê derheqê de bidûreçûnê nekin, dê termê zarokê wan radest bikin. 
 
Rêûresima sersaxiya vî welatiyê Kurd li gundê “Kîlane” ya ser bi Sine bi amadebûna hêzên ewlehiyê û çend kes ji malbata wî birêve çû.