Li sînorê Bane di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê de kolberek birîndar bû

20:27 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Roja yekşemî 3`ê Befiranbarê, kolberek bi navê “Kêyvan Mihemedzade” xelkê bajarê Rebet a Serdeştê, li sînorê Bane, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên hikûmetê birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê li sînorê "Kêle" ya Baneyê rasterast gule berdane kolberan. 
 
Ev kolber di vê bûyerê de ji aliyê lingê xwe ve birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin.