Bane; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

13:17 - 25 Çirriya pêşîn 2023

Roja Sêşemî 2’ê Xezelwerê, kolberekî Kurd bi navê “Muhsen Ebdullahî” temen 35 salî, kurê Nasir, xelkê gundê “Kanî Berd” a Bane, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek haydar, ev kolber di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li devera dil li sînorê “Kîle”yê canê xwe ji dest daye. 
 
Vê çavkaniya haydar ragihand: Muhsen Ebdullahî dema diçû kolberiyê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat teqe jê hat kirin. 
 
Termê vî kolberî ji nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Bane bo gundê “Kupîç Jorê” hat veguhestin û li goristana wî gundî hat veşartin. 
 
Ev kolber zewicî ye û çar zarokên wî hene.