15 çalakvanên karkerî yên Kurd di hepsxaneyên Îranê de ne

19:41 - 28 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku kêmtir ji 3 rojan bi roja cîhanî ya Karker re man e, li Îranê zext û givaşên ser karkeran ber bi zêde bûnê ve diçe.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di çend rojên borî de li bajarên Sine, Mehabad û Seqez li rojhilatê Kurdistanê, çandîn çalakvanên karkerî bi navendên ewlekarî yên hikûmeta Îslamiya Îranê hatine bangkirin û pirs û lêkolîn li ser karûbarên wan hatiye kirin.

Çalakvanekî karkerî di hevpeyvînekî ligel peyamnêrê Kurdpa ragihand: Roja 1`ê Gulan (mey)- Wek roja cîhanî a karker bi bêy tu alîkariya navendên hikûmî em dê vê rojê birê ve bibin û bi coşeke mezi bilin bidin nirxand in.

Navborî amaje bi vê yekê jî kir ku niha 15 çalakvanên karkerî di zindanên rojhilatê Kurdistanê yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê de ne û li gel eşkence û derb û lêdanên karbidestên hikûmetê re rûbirû ne.

Berdevkê zindaniyên siyasî li Mehabadê nasnameya wan 15 kesên zindanî yên çalakvanên karkerî, Kurûş Bexşende, Nizam Sadiqî, Riza Emcedî, Aram Zendî, Rêbwar Ebdullahî, Ferzad Muradîniya, Hamid Mehmûdînijad, Bêhnam Îbrahîmzade, Yûsof Abxirabat, Fuwad Zendî, Menîje Sadiqî, Resûl Bodaqî, Mohemmed Cerahî û Ferdîn Mîrkî ragihand.

Pêştir jî Mehmûd Salihî-Çalakvanê karkerî di peywendiyeke telefonî ligel ajansa Kurdpa, hejmara çalakvanên karkerî yên ku li seranserê Îranê di girîgehan de ne, nêzî 120 kesî îlan kirbû.