11 kedkar li ser kar hatine derxistin

21:04 - 6 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: 11 kedkarên karxaneya Ard li ser kar hatine derxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya \"Kurdpa\"yê, di destpêka Rêbendana îsal de, 11 kedkarên karxaneya Ardsazî ya bi navê “Gulnam” a bajarê Seqizê, bi edema rewşa aborî, ew li ser kar derxistin.

Xwediyî karxaneyî, derxistina 11 kedkarên wê karxaneya bajarê Seqizê, “ nebaşbûna rewşa aborî û nedana genim ji wê karxaneyî” re, sedem da zanîn.

Di heyama çend mehên borî de, bi sedema nedana ard ji aliyê sîloya genim ve, karê wê karxaneyî ber bi kêmbûnê ve çûye û ewa jî bûye sedema li ser kar derxistina wan 11 kedkaran.

Ew 11 kedkar bi awayê girêbest di wê karxaneyî de, kar di kirin.

Karxaneya Ardsazî ya “Gulnam” ya bajarê Seqizê di sala 1372`an de hatiye avakirin.